Ağrı Haber

Qendîla Mîracê hat îhyakirin

Ekonomi

NAVENDA NÛÇEYAN - Qendîla Mîracê ya ku tê zanîn Pêxemberê me Hz. Muhammed di wê rojê de derketiye hizûra Xweda Teala li gelek cihan bi dua û îbadetan hat îhyakirin.

Qendîla Mîracê hat îhyakirin

NAVENDA NÛÇEYAN - Qendîla Mîracê ya ku tê zanîn Pêxemberê me Hz. Muhammed di wê rojê de derketiye hizûra Xweda Teala li gelek cihan bi dua û îbadetan hat îhyakirin.

 

Her weke ku tê zanîn Hz. Muhammed di şeva Qendîla Mîracê de, Xwedê Teala Wî ji Mescîda Haramê aniye Mescîda Eqsayê û ji vir jî derketiye hizûra Xweda Teala.Ev şeva ku bi vî awayî tê zanîn ji teref Mislimanan ve li Diyarbekir, Batman, Edene, Cizîr,Agirî, Bîngol û gelek bajêrên din bi dua û bi îbadetan hat îhyakirin.

Xelk ji bona ku Qendîla Mîracê îhya bike berê xwe da mizgeft û camîyan. Li camiyan ji ber minasebeta Qendîla Mîracê Qur’ana Kerîm û Mewlûda Şerîf hat xwendin. Her wiha ji bona temamê alema Îslamê dua hatin kirin.

(ÎLKHA)

Sıradaki Haber
Sitemizden en iyi şekilde faydalanmanız için çerezler kullanılmaktadır.