08 Nisan 2016 Cuma 18:54
JİYANA MOTKİLİ XELÎL XEYALÎ (HAYATI)

JİYANA MOTKİLİ XELÎL XEYALÎ (HAYATI)

1. Jiyana Xelîl Xeyalî:

Xelîl Xeyalî (1876-1926 ji Modkê ye, ji qebîleya “Mûdan” e. Li cem Se‘îdê Nûrsî (1876-1960) ders girtiye û gelek di bin bandora wî da maye. Di dawiya sedsala 19an de çûye Stenbolê û li wê derê li ser xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî xebat kiriye. Di sala 1908an de li Stenbolê di damezirandina komeleyên bi navên Kurd Te’avun û Teraqî û Kurd Neşrê Me’arif de cih girtiye. Ji bo perwerdekirina zarokên kurdan bi zimanê kurdî, di sala 1910an de ji aliyê komeleya Kurd Neşrê Me’arif ve li Çemberlîtaşê yekemîn dibistana kurdî bi navê Kurd Nimûne İbtidaîsi-Meşrutiyet hatiye vekirin. Xelîl Xeyalî di vekirina vê dibistanê de rolek mezin lîstiye. Di vê dibistanê de li gor elfabeya wî ya ku emê jê behs bikin perwerde bi zimanê kurdî hatiye kirin. Di sala 1912an de li Stenbolê ji aliyê hinek xwendevanên kurd ve Komeleya Hêvî hatiye damezirandin û heta Şerê Cîhanê yê Yekem dewam kiriye. Xelîl Xeyalî di damezirandina vê komeleyê de jî rolek girîng leyistiye. [1] Armanca herî girîng ya vê komeleyê ji bo hêsankirina xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî amadekirina elfabeyek kurdî bû. Xelîl Xeyalî di kovara bi navê Rojî Kurd de li ser xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî û sitandartkirina elfabeyek ku ji bo temamê zaravayên kurdî bi kar bê çend gotar nivîsandine. Bo nimûne di hejmara sisêyan de, di gotara xwe ya bi serenavê Ziman de pirsek wiha kiriye: “Kurd îro muhtacê çi ne? Em ewan bêjin”. Paşê jî tiştên ku îhtiyaciya kurdan bi wan heye di 10 madeyan de rêz kiriye. Di madeyên duyemîn, sêyemîn û heştemîn de wiha gotiye:[2]

2- Ser terzek nû elîfbayek.

3- Ji bona temamê zimanê kurdîtiyê qamûsek (ferhengek mezin).

8- Ji bo zimanê kurdan serf û nehwek (rêzimanek).

Çawa ku ji madeya duyemîn jî tê fêmkirin jiber ku baweriya Xelîl Xeyalî bi diviyatiya amedekirina elfabeyek standart ya kurdî hebû, di sala 1909an de li Stenbolê yekemîn alfabeya kurdî ya bi tîpên erebî çê kiriye û navê wê danîye “Elifbeyê Kurmancî”.

Bi saya du şexsiyetên kurd der barê Xelîl Xeyalî de bi kurtasî be jî hinek agahî gihaştine roja me. Yek ji van şexsiyetan Se’îdê Nûrsî ye, yê din Qedrî Cemîl Paşa ye.

Se‘îdê Nûrsî (Kurdî) der barê Xelîl Xeyalî û elfabeya wî de wiha dibêje:

“Ez mînakek neteweperwerî ji we re pêşkêş dikim ku ew jî Xelîl Xeyaliyê Motkî ye. Mîna her beşek miletperweriyê di beşa ziman de jî xelata pêşbaziyê a wî ye. Wî alfabe û serf û nehv(rêziman)a ku bingehê zimanê me ye çêkiriye. Vî zatê han nimûneyek miletperweriyê nîşan daye û ji bo zimanê me yê ku mihtacê temamkirinê ye bingehek daniye. Ez ji ehlê hemiyetê (ji miletperweran) re tewsiye dikim ku,. li pey rêça wî herin û zimanê me li ser wê bingehê ava bikin”.[3]

Ekrem Cemîl Paşa jî wiha dibêje:

Li gor Ekrem Cemîl Paşa, Xelîl Xeyalî û Ziya Efendi (Ziya Gokalp) bi hev re rêzimana kurdî amade kirine û dest pê kirine ku ferhengek jî binivisînin. Lê Ziya Gokalp ji xwendingehê tê derxistin û gava tê Diyarbekir xebatên ku wî û Xelîl Xeyalî bi hev re kiribûn jî bi xwe re tîne û ji wê û pê ve têkiliyên wî û Xelîl Xeyalî tên birîn. Piştî meşrûtiyetê dema ku Ziya Gokalp wekî delegeyê Diyarbekrê beşdarê “Komeleya İttîhad û Teraqî”yê ya li Selanîkê dibe û Xelîl Xeyalî li Stenbolê dibîne. Xelîl Xeyalî ew xebatên ku bi hev re kiribûn jê dixwaze, lê dibêje “min ew şewitandin” û naxwaze ku bide Xelîl Xeyalî.[4]

2. Alfabeya Xelîl Xeyalî

Çawa ku ji gotinên Se‘îdê Nûrsî tê fêmkirin wekî niha di wê demê de jî rewşenbîrên kurdan ji bo sitandartkirina zimanê kurdî li ser alfabeyek sitandart nîqaş kirine. Di nîqaşên di vî warî de Se‘îdê Nûrsî xwestiye ku alfabeya Xelîl Xeyalî wekî bingeh bê qebûlkirin. Nexwe di nîqaşên îro de jî divê ev alfabe neyê jibîrkirin, beranberiya wê bi alfabeyên din bê kirin, kêmahî û zêdehiyên wê bên dîtin û jê were îstîfadekirin. Loma di vê nivîsa xwe de me xwest ku em vê alfabeyê jî bi çend gotinan bidin naskirin:

1) Alfabeya Xelîl Xeyalî yekemîn alfabeya kurdî bi tîpên rrebî ye.

2) Ev alfabe bi hemançapî di pirtûka Mehmet BAYRAK ya bi navê “Açık-Gizli, Resmi-Gyr-ı Resmi Kürdoloji Belgeleri” de hatiye weşandin.[5]

3) Hogir Tahir Tewfîq di xebata xwe ya bi navê “el-Elifbau’l-Kurdiyye Bi’l-Hurûfi’l-Erebiyye We’l-Hurûfi’l-Latiniyye“ (Elfabeyên Kurdî yên Bi Tîpên Erebî û Latînî) de li gor çapa Mehmet Bayrak alfabeya Xelîl Xeyalî jî qeyd kiriye.[6]

4) Alfabe ji aliyê weşanxana “Hîvda ” jî bi tîpên erebî hatiye weşandin.[7] Lê tê de hinek guhartin û şaşî hene.

5) Alfabe ji 34 tîpan pêk tê. Ev tîp digel Latînîya wan ev in:

? =Ab

? =Bb

?=Pp

? =Tt

? =Ss

? = Cc

?=Çç

? = Hh

? =Xx

? =Dd

? =Zz

? =Rr

? =Zz

? =Jj

? =Ss

? =Şş

? =Ss

? =Dd

? =Tt

? =Zz

? =‘

? =Ğğ

? =Ff

? =Vv

? =Qq

? =Kk

?=Gg

? =Ll

? =Mm

? =Nn

? =Ww

? =Hh

??=La

? =Yy

6) Alfabe digel mînak û agahiyên cûrbecûr ji 27 rûpelan pêk tê. Naveroka rûpelan wiha ye:

a) Rûpela yekemîn qapax e. Tê de navê xebatê (Elîfbayê Kurdî), navê nivîskar (Xelîl Xeyalî Motkî), navê çapkirox (Kurdîzade Ehmed Ramîz) û sala çapê (1325) cih digire.

b) Di rûpela duyemîn de 34 tîpên alfabeyê hatine nivîsandin ku me van tîpan digel Latîniya wan li jor da nîşandan.

c) Di rûpelên sêyemîn, çaremîn û pêncemîn de navê van tîpan û rewşa nivîsandina wan di ser û nav û dawiya bêjeyê de hatiye nîşandan.

d) Di rûpela şeşemîn û heftemîn de li ser rewşa dirêjkirina tîpan, tîpên bênuqte, tîpên biyeknuqte, tîpên bidunuqte û tîpên bisênuqte hatiye sekinandin.

e) Nivîskar di rûpela heştemîn de li ser bilêvkirina tîpan li gor ser û cer û ber yên erebî ku ji wan re “hereke” tê gotin sekiniye. Mînak: Be,bi,bu; te,ti,tu.

f) Di rûpela nehemîn de nivîskar behsa “tenwîn”a erebî kiriye û bal kişandiye ku di zimanê kurdî de tenwîn nîne. Çawa ku tê zanîn tenwîn di dawiya navdêrên erebî de cih digire û wekî du seran, du beran an jî du ceran (“..en”, “..in”, “..un”) tê bilêvkirin. Ji bo nimûne tîpa ?=Byê gava di dawiya navdêrek erebî de cih bigire wiha tê xwendin: Ben, bin, bun. Di rûpelên di pey re mînakên cûrbecûr cih girtine.

g) Di rûpelên 23 û 24an de di bin sernavê “Îbare” de nivîskar bi şiklê şê’rê hinek nesîhet kirine. Mînak: Ders bixwune, zimanê Kurmancî hûbe.

h) Nivîskar di rûpelên 24, 25 û 26an de hinek du‘ayên erebî nivîsandine.

i) Di rûpela dawîn de di bin sernavê “Rica “de wiha hatiye nivîsandin:

“Behayê vê (elfabeyê) ji bo tebi’kirina (çapkirina) kutubê (pirtûkên) Kurmacan e. Li pey vê, qiraet (xwendin) û serf (morfoloji=peyvsazî) û nehv (rêziman)a zimanê Kurmancî jî dê tebi’ bibe (were çapkirin). Feqet em muhtacê arîkirinê ne. Bê arîkirin tiştik nabe. Hêviya me xeyret û cuwamêriya Kurmacan e. Meqseda me ji zarokê Kurmacan ra nîşandana rêya ‘ilm û hunerê ye”.

7) Tiştek balkêş jî ev e ku Xelîl Xeyalî bêjeya “Kurmanc” wekî “Kurmac” bi kar anî ye. Ango cih nedaye tîpa “n”yê. Berê me got qey viya kêmasiyeke çapî ye. Lê me dît ku Cemal Reşîd Ehmed di kitêba xwe ya bi navê “Zuhûru’l-Kurd Fî’t-Tarîx” de dibêje ku di dema Mîrektiya Erdelan de Mîrê kurd yê bi navê Xusrev b. Muhemmed di destnivîsek xwe de bêjeya “Kurmanc” wekî “Kurmac” bi kar aniye û ev destnivîsa han di sala 1984an de li Moskovayê hatiye çapkirin.[8] Wê demê me fêm kir ku di nav hinek nivîskarên kurd yên berê de navê “Kurmanc” wekî “Kurmac” jî hatiye xebitandin.

[1] Zinar Silopî, Mes’eletu Kurdistan (Doza Kurdistan), Pêşkêşkirox: İzedîn Mistefa Resûl, çapa duyemîn, Beyrut, 1997, r.33-35

[2] Rojî Kurd, 1913, hejmar:3, r. 21-22 (Amadekar: Cemal Xeznedar).

[3] Seîdê Nûrsî, İki Mektebê Musîbet (Di nav “Asarê Bedî‘iye” de), r.334 -335.

[4] Binêrin Qedrî Cemîl Paşa (Zinar Silopî), Doza Kurdistan, wergerandina bo kurdî: Omer Dewran, Weşanên Bîr, Diyarbekir 2007, r. 24-25.

[5] Mehmet Bayrak, Açık-Gizli Resmi-Gayr-ı Res mi Kürdoloji Belgeleri, Enqere, 1994, r.462-505.

[6] Hogir Tahir Tewfîq, el-Elifbau’l-Kurdiyye Bi’l-Hurûfi’l-Erebiyye We’l-Hurûfi’l-Latiniyye, çapa yekem, Erbîl, 2005.Ji bo agahiyên der barê Xelîl Xeyalî û elfabeya wî di vê kitêbê de binêrin r.23-40.

[7] Elîfbêya Kurdî, muherrir (nivîskar): Xelîl Xeyalî, Çapxana Hîvda , çapa yekem, Stenbol, 2004.

[8] Cemal Reşîd Ehmed, Zuhûru’l-Kurd Fî’t-Tarîx , Erbîl, 2003, I, 61.

Nîşane: Halil Hayali, kürtçe, kürtçe alfabe, Xelil Xeyali, Ziman

mutkili halil hayali efendi 


halil hayali (halil hayalî-i mutki), bitlis’in motki kazasının modan aşiretine bağlı, çevresinde saygıyla anılan bir ailedendir. doğum tarihi hakkında kesin bir kayıt bulunmamakla birlikte 1848-1850 yılları en kuvvetli ihtimaller olarak göze çarpar. halil hayali, çocukluğunda nur talebelerinin üstadı said-i kürdi’nin tavrından etkilenerek eğitim konusunda özel bir çaba sarf etmiştir. ilk öğrenimini diyarbakır’da gördükten sonra da dönemin bilim merkezi olarak görülen istanbul’a gelerek üniversite okumuştur. osmanlı döneminde çeşitli devlet kademelerinde görev alan halil hayali bey’in son memuriyeti de halkalı yüksek ziraat mektebi muhasebeciliğidir. 1900 yılından itibaren aralarında kadri cemil paşa, ekrem cemil paşa, kamuran ve celadet ali bedirhan bey’ler gibi onlarca gence kucak açıp onların kendi ilgi alanlarında daha da gelişip başarılı olmaları için her türlü desteği sunmuştur.

‘mekteb-i tıbbiye’de öğrenci olan diyarbakır’ın çermik ilçesi zazalar’ından ziya gökalp ile tanışarak birlikte kürtçe’nin gramerini ve sözlüğünü yazmaya başlarlar. özgürlükçü düşünceleri nedeniyle okulla ilişiği kesilen ziya gökalp, diyarbakır’a geri dönünce ve beraberinde de bu çalışmaları da götürür. meşrutiyetin ilanında halil hayali ve ziya gökalp ikilisi, selanik’te toplanan ittihat ve terakki cemiyeti kongresinde buluşurlar. ziya gökalp’in, diyarbakır delegesi olarak katıldığı kongre için istanbul’da bulunduğu sırada halil hayali kendisinden beraber hazırladıkları kürtçe gramer çalışmalarını ister. ancak gökalp bunları yaktığını söyleyerek geri vermek istemeyince halil hayali bu eseri yeniden yazmaya başlar.
halil hayali kürt terakki ve teavün cemiyeti’nin kurulması için ön ayak olanhayali, kürt neşr-i maarif cemiyeti’nin de kurucularından birisidir. bediuzzaman sadi-i kürdi; “iki mekteb-i musibetin şahadetnamesi yahut divan-ı örfi ve said-i kurdi” adlı kitabında halil hayali’den söz eder:

“işte milli onurun bir örneğini size takdim ediyorum, ki o da mutkili halil hayali efendi’dir. milli onurun her alanında olduğu gibi dilbilimi alanında da derinleşmiş ve dilimizin esası olan alfabesini ve gramerini hazırlamış ve diyebilirim ki bu uğurda gösterdiği gayret, çalışma ve çabalar onun maneviyatıyla bütünleşmiştir. bu kişi, örnek bir onurlu davranış göstermiş ve gelişmeye muhtaç dilimize dair temel atmış olduğundan, onun yolunu izlemeyi ve bu alandaki çalışmaları daha da geliştirmeyi onur sahiplerine tavsiye ederim.”
ekrem cemil paşa ve musa anter’in anlattıkları... 
ekrem cemil paşa da kendi hayatını anlattığı “muhtasar hayatım” adlı eserinde halil hayali bey’den büyük bir saygıyla bahseder:
“istanbul’da kürt talebelerine hocalık eden, büyük ruhlu ve azimli, pek büyük bir kürt hakkında bir kaç söz söyleyeceğim. bu sözünü edeceğim kişi, motkili halil hayali bey’dir. aydın, himmetli bir vatanperverdi. biz gençler bu zatı 1909 yılında istanbul’da tandık. o vakitler yaşı elliyi mütecavizdi. cuma günleri divanyolu’ndaki diyarbekir kıraathanesine gelir bizi toplardı. kürt tarihinden, kürt hamaset ve mefahirinden çok şeyler anlatırdı. tarihi, milli ve edebi konuşmasının sonu gelmezdi. biz gençler büyük bir ilgi, zevk ve heyecanla konuşmaları dinler ve çok şeyler öğrenirdik. bu zat istanbul’daki öğrencilere 20 sene hocalık yapmıştır. bunu yaparken de bıkmaz, yorulmazdı. ben 1928 yılında kastamonu hapishanesinden çıktıktan sonra, istanbul’da bir çok defalar ziyaretine gittim. iki seneden beri yataktaymış, 1929’da istanbul’u terk ederken bu büyük adamı daha ağır hasta bir vaziyette yatakta bıraktım.”
musa anter de “hatıralarım” da saygıyla andığı bu değerli insanı şöyle anlatır: “halil hayali bey, kendisini gördüğümde bugünkü orman fakültesi baş muhasipliğinden emekliydi. pırıl pırıl bir ihtiyardı. oldukça kültürlü ve o ölçüde güzel kalemi olan halil hayali beyin gözlerinde adeta vatan aşkı parlıyordu. benim bütün emelim, sağlığımda, bu zalim milletlerin ayakları altında çiğnenen ve bu millete layık olmayan kürt milletinin kurtuluşunu görmektir derdi. kızı nazmiye hanımla oturuyordu. halil hayali, ölümüne yakın kendisindeki alışma notlarını bana verdi. bunların içinde paha biçilmez vesikalar vardır. ziya gökalp’in kendi eliyle yazdığı kürtçe grameri ve kürt dili üzerine araştırmaları vardı. ”
elifbaye kurmanci
istanbul’da vefat eden, osmanlı dönemi aydınları arasında önemli kültürel çalışmalarıyla saygın bir yere sahip olan halil hayali’nin, kürtçe ile ilgili önemli çalışmalar yaptığı biliniyor. kürtçe’nin kurmanci, zazaki lehçeleriyle, türkçe, farsça, arapça ve fransızca’yı bilen halil hayali bey kürt dilinin bilinen ilk alfabesinin (elifbaye kurmanci) yanı sıra kürtçe’nin saff û nahv’ini (dilbilgisi) ve kamus’unu (sözlük) hazırladığı biliniyor. bunların yanı sıra yayın organlarında çıkan yazıları kurmancı lehçesinin ilk düzyazı örnekleri arasındadır. o, türkçe’den kürtçe’ye çeviri yapan ilk aydınlardan biri olarak da kabul edilir. halil hayali’nin bu çalışmalarının duyurularının yapılmasına rağmen ne yazık ki dönemin rojî, kurd, yekbûn ve jîn gibi dergilerinde yayınlanmış yazıları dışında bugün elimize ulaşan başlıca eseri “elifbaye kurmancı”dir.
Ronahiyaislam.com

Son Güncelleme: 08.04.2016 19:11
Yorumlar
Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.