07 Şubat 2018 Çarşamba 09:58
Mela Huseyin el-Botî hat definkirin

Ji şêwirmend û navdarên herêmê Seyda Mela Huseyîn el-Botî (Elçî) yê ku temamê jîyana xwe ji bo Îslamê weqf kiribû û gelek feqî perwerde kiribû di 97salîya xwe de li Diyarbekrê çû bal rehma Xwedê.  

El-Botîyê bi sedan feqîyê wî hene û bi hezaran jî îcazet da feqîyan jîyana xwe ji bo tedrîsa ilmê weqf kiribû.

Seyda el-Botîyê ku di 97 salîya xwe de wefat kir do ji teref bi hezaran kesan li Mizgefta nêzîkî Medresa Sûffayê ya bi navê Mizgefta Revda yê ya li navçeya Sûrê ji teref hezkirox û dildayên wî ve hat definkirin.

Nimêja cinaze ji bilî malbat û hevaldozên seyda, Walîyê Diyarbekirê Hasan Basrî Guzeloglû, Serokê Şaredayîya Bajarê Mezin yê Diyarbekirê Cûmalî Atîlla, Miftîyê Diyarbekirê Bûrhan Îşleyen, endamên Îttîhadûl Ûlemayê, Midûrê Emnîyetê Tacettîn Aslan, Serdozger Kamîl Erkût Guler, Serok Bajarê HUDA PARê Şehmûs Tanrikûlû, heyetên AK Partî û Partîya Seadetê, midûrê sazîyan û ji gel bi hezaran kes beşdarî merasîma cinazeya Seyda Mela Huseyîn el-Botî bûn. (ÎLKHA)

Son Güncelleme: 08.02.2019 21:07
Anahtar Kelimeler:
Mela Huseyîn El-Bûtî
Yorumlar
Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.