09 Nisan 2016 Cumartesi 18:38
Ji STKyên Îslamî Diyarbekir bo LGBT bi bin yek bedenbazî

 

Ji STKyên Îslamî bangewaziya protestokirina bernameya LGBTyiyan

DİYARBEKİR - STKyên Îslamê yên ku ji bernameya LGBTyiyan ê ku HDK hewl dide ku sibe li Diyarbekirê lidarbixe re bertek nîşan dan û destnîşan kirin ku dê ew di heman rojê de bi daxuyaniya çapemeniya girseyî çalakiya protestoyê lidar bixin.

 

STKyên Îslamê yên bajarê Diyarbekirê ji bernameya LGBTyiyan ê ku ji teref Kongreya Demokratîk a Gelan ya ku tê zanîn nêzê PKKê ye bertek nîşan da. Her wiha STKyan destnîşan kirin ku dê ji ber ku sibe li Parka Sumerê bernameya LGBTyiyan ku ji teref HDKyê were lidarxistin protesto bikin dê piştî nimêja nîvro li ber Mizgefta Sumerê çalakiya protestoyê lidar bixin.

Nunerên saziyên ciwakê yên siwîl di Şaxa Diyarbekirê ya Sendîqeya Yekitiya Perwerdekaran (Egîtîm-Bîr-Senê) de di derbarê mijarê de daxuyaniya çapemeniyê dan.

Daxuyaniyê li ser navê Saziyên Ciwakên Siwîl ên Îslamî yên Diyarbekirê Huseyîn Solmuş xwend. Solmuş diyarkir ku li herêmê kesên ku hişmendiya sekuler diparêze ji bo ku xwe li Ewrûpayê xweş bike fealiyetên cûr bi cûr lidar dixe.  

Dûvre Solmuş axavtina xwe wiha domand: “Ji bo ku hinek kes pesn û piştgiriya Rojavayê bistînin çendîn sal e ku li vê herêmê fealiyetên ku ji nirxên me yên civakî û exlaqî re çewt in geh bi destê dewletê geh jî bi destê kesên ku xwe parêzerên Kurdan dihesibînin pêk tînin.”

Solmuş diyar kir ku haveyna gelê Kurd  Îslam e û ev gel bi dînê Îslmê re vejiye. Her wiha Solmuş bal kişand ku ji roja ku Kurdan Îslamiyetê qebûl kiriye pê ve girêdayê dîn û namûsa xwe ne û div ê rêyê de gelek fedakarî kirine.

 “Hewl didin ku kiryarên Xwedê Teala heram hesibandiye li Kurdîstanê belav bikin”

Solmuş destnîşan kir ku HDK û piştgiriyên wan hewl didin ku Kurdan ji Îslamiyetê dûr bixin. Dûvre Solmuş axavtina xwe wiha domand: “Çendîn caran raya giştî bû şahid ku ev hişmendî berê li hemberê nirxên Îslamê çawa bûn. Wek STKyên Diyarbekirê me di derbarê fealiyetên ku hişmendiya wan derxîne holê û hişmendiya wan a çewt bide nîşandan bername lidar xistin. Ev hişmendiya ku dijmintî li nirxên Îslamê dike bi fealiyeta xwe ya herî dawî re hişmendiya xwe didomîne. Ev kes piştgirî dan kesên ku di bê exlaqiyê de sînûr ji wan re tune. Her weke tê zanîn ku ev kom bi destek û piştevaniya van kesan di bê exlaqiyê de sînoran derbas dike û wan fiil û kiryarên ku bûbûn sedema helakbûna qewma Hz. Lût  dikin û her wiha ev kom dîsa hewl dide ev tiştên ku dikin serbest bibin. Dema ku gelê Kurd ê mezlûm piştgirî dida van azadî, edalet û aşitî dixwest. Ev jî vê daxwazê bi rezîl û ruswayiyê nirxên malbatan ji holê radikin. Hewl didin ku kiryarên Xwedê Teala heram hesibandiye li Kurdîstanê belav bikin.”
 

 “Digel xelkê Nisêbînê ya ku di nava ew qas mezlûmiyetê de ye Hevserokê Şaredariya Mezin ê Mêrdînê  bi vê hişmehdiya jirêderketî re tevdigere, ew  vê yekê bi çi îzah dike?”

Soran pirsî “Digel van mexdûriyetan hewl didin ku di binesaziya HDKyê de vê civîna zişt li darbixin. Bi vê yekê kî dixwaze çi bidest bixe?” Dûvre Solmaz axavtina xwe wiha domand: “Hevserokê Şaredariya Mezin ê Mêrdînê  Februniye Akyol Akaya ku bi raya gel hatiye hilbijartin dê wek gotarvan beşdarê vê civînê bibe. Digel xelkê Nisêbînê ya ku di nava ew qas mezlûmiyetê de ye Hevserokê Şaredariya Mezin ê Mêrdînê  bi vê hişmehdiya jirêderketî re tevdigere, ew  vê yekê bi çi îzah dike? Diyarbekir warê Pêxember û Sehabiyan e. Ji teref raya giştî ve wek Herema Şerîf a 5 emîn tê zanîn. Ji ber vê yekê Diyarbekir di derbarê vê yekê de ji navendên Îslamê ya herî girîng e.”

Solmuş diyar kir ku ev 3 Mehên Pîroz ên ku ji bo mislimanan gelek pîroz e. Ji ber vê yekê ji ber ku ev civîn dê vê mehê de tê lidarxistin watedar e. Her wiha Solmuş diyar kir ev civîna ku bi destê HDKê tê lidarxistin bes ji bo provoqasyonê ye.

 “Em dê nehêlin ku di vê axê de bi dînamîkên derûnî û exlaqî bilîzin”

Solmuş bal kişand wek saziyên ciwakî yên siwîl dê misade nekin ku organîzasyonê wiha çewt werin lidarxistin. Dûvre Solmuş wiha pê de çû: “Em ne misade dikin ku di çarçova zagonên ahengê ya YEyê de zemînekê pêk bînin ne jî em dihêlin ku nirxên Îslamî yên Kuran werin dejenerekirin. Em dê nehêlin ku di vê axê de bi dînamîkên derûnî û exlaqî bilîzin.” (ÎLKHA)

 

Son Güncelleme: 09.04.2016 19:11
Yorumlar
Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.