06 Mayıs 2016 Cuma 14:13
KENÊ PARSEK

KENÊ PARSEK

Destpêk: Kenê Parsek pirtukeke mîzahî (pêkenî) ye ku ji aliyê nivîskar Hesen Qizilcî hatiye nivîsandin. Hesen Qizilcî nivîskarekî ji Kurdîstana Îranê ye. Nivîskar bi piranî xebatên xwe li ser mijarên netewî kirine. Demekê dibe endamê PDKê. Jiyana Qizilcî demekê li Îraqê berdewam dike ji ber meseleyên polîtîk. Di kovar û rojnameyan de dinivîse. Kenê Parsek pirtuka Hesen Qizilcî ye ku ji kurte çîrokan pêk tê. Di van çîrokan de nivîskar bi nertineke mîzahî û carina jî trajîk li ser cotkar, karker û gundiyên Kurdîstana Îranê û Îraqê disekine. Ev pirtuk bi zaravayê Soranî hatiye nivîsîn.

Buyerên Çîrokan bi Kurtasî :Pirtuk ji çardeh çîrokan hatiye holê lê em karin bêjin di çîrokan teva de têmên ku nivîskar li ser disekine mîna hevin: Bindestî-serdestî, gundî-bajarî, hejarî-dewlemendî, axatî-xulamtî, şêx-mirîd û hwd.. Ji ber vê yekê çîrokên Qizilcî li ser meseleyên civakî ne. Lê Qizilcî di çîrokên xwe de van meseleyên civakî teswîr dike û wan bi dîtineke mîzahî dibêje. Buyerên di çîrokan de bi piranî li ser mirovên belengaz û hejar in. Buyerên trajîkomik hene û nivîskar şîroveyên van buyeran ji xwendevan re dihêle. Weke mînak li ser buyerên çîroka yekemîn ku bi navê “Kenê Parsek”e behs bikim. Kenê Parsek bi teswîra zilamekî hejar dest pê dike ku navê wî Hemereş e. Hemereş ji bo jiyana xwe bidomîne parsê dike lê çile ye û tu kes nexuya ye li dora zilamê parsek. Ew jî dinêre li dur weke şewqekê dibîne û ber bi wê de diçe. Dibîne ku agirgeşker li wire. Ji agirgeşker dipirse go ew çi agir e. Agirgeşker jê re dibêje ew agir hêtûna hemamê ye. Hemereş li ba agirgeşker dimîne. Berf zahf heye û Hemereş birçî dibe dixwaze yek-du nana peyde bike ji xwe re. Hemereş dertê rê u malekê ji dur ve dibîne û diçe wir. Ji xwediyê malê ku mirovekî têr û li ser xwe ye dibêje ku birçî ye û nan dixwaze. Xwediyê malê dibê xanim ne li mal e. Parsek dikene bi vê gotinê û dibêje: “Kuro Ez ji te nan dixwazim, ne xanimê dixwazim.”

Çîrokên din jî her wekî bi vê rewşê hatine nivîsîn. Di çîrokan teva de ev nertina mîzahî he ye. Nivîskar di teswîrkirina mirovan û ciyan de jêhatî ye. Ji ber vê yekê teswîr û diyalogên çîroka herî baş in.

Lehengên Çîrokan: Hemereş (hejar û parsek e), agirgeşker (karker e), Se’e (zilamekî dewlemend û ser xwe ye), Evdilqadir Efendî (bazirgan e), Zakir (xebatkar e), Mecîd Beg (axayekî feqîr keti ye), Zara Xanim (jina Mecîd Beg e), Emer Axa, Reşîd Axa, Tawis (kuçikê Reşîd Axa ye), Koxe Evdile (xulamê Reşîd Axa ye), Brahîm (hevalê Koxe Evdile ye), Şêx, Mele Celal, Sofî Qadir, Sofî Namiq, Mîrza Elî (mirîdên Şêx in), Hecî Elî (bazirganekî zengîn e), Mîrza Salih (mirovê Hecî Elî ye).. û hwd.

Mijar: Di çîrokan teva de nivîskar li ser mirovên hejar û bindest û ê dewlemend û serdest disekine. Axa, beg, hecî û carina jî şêx weke tîpên serdest in û cotkar, kurd, rêncber û gundî her dem serdest in. Carina jî leşker û cenderme dertêne holê û di hemû çîrokan de leşker (ango dewlet, desthelatî ) alikariya axa û bega dike. Ji ber vê yekê axa û beg pişta xwe didine leşkera ango dewletê û di her fersendê de axa (beg) bertîlê didine leşkera û zahf pesna wan didin. Weke mînak em bidin: di çîroka “Çaya Dîwanxanê ” de Mîrza Rehman Axa ji efserê cenderma re ” Eger çavê we li welat nebe û car caran me mezin nekin û teşrîf neyînin, ev hejar wê har bibin û bersiva me jî nadin. Ew ji dewletê ditirsin…” dibêje. Ji axaftina axa de jî ku tê fêm kirin dewlet her dem li ba axa ye û axa jî mal û milkên gundiyan pêşkeşî dewletê û nûnerên wê dikin.

Rêbazên Edebiyatê: Nivîskar bi pirranî di bin bandora realîzmê de ye. Tenê çîroka “Keşkola Efsûnî ” ji wan çîrokên din cuda ye û weke çîrokeke gelerî hatiye nivîsandin. Di çîrokên din de gundî û karker bêkes in û di dawiya çîrokan de jî jiyana wan naguhere xerabtir dibe. Di çîroka Keşkola Efsûnî de Weyse keşkola efsûnî bi alîkariya mirovekî ku navê wî “Însan”e ji Ferîdun Beg distêne û jiyaneke bêrumet didomîne.

Dem: Di çîrokan teva de dem ne diyar e. Di çend çîrokan de dem derbas dibe weke dema Şerê Cihanê ye duyemîn.

Encam: Pirtuka Hesen Qizilcî “Kenê Parsek(î)” bi pirranî li ser mirovên bêkes, cotkar û gundî ye. Nivîskar di van çîrokan de diyar dike ku mirovên dewlemend her dem axa ne û ê hejar her dem gundî, cotkar û bêkes in. Mirovên serdest bi ti awayî alîkariya mirovên bindest nakin û bi serde jî her dem kedxwar in. Bi vê nertinê wiha xuya dike ku mirovên bindest weke şevên reş tên teswîr kirin û mirovên serdest ku axa û beg in hertim weke bi nîrx û bi qîmet tên xuya kirin. Nivîskar di van kurteçîrokan de mesajên herî girîng dide xwendevana û diyar dike ku rewşa mirovatiyê çawa ye.

kaynak:Ronahiya islam.com

Son Güncelleme: 06.05.2016 14:18
Anahtar Kelimeler:
KurdiKENÊ PARSEK Espiri.
Yorumlar
Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.