06 Mayıs 2016 Cuma 15:33
Şeva Leyle-i Mîracê- Mele Cewadê Girdarî

Şeva Leyle-i Mîracê- Mele Cewadê Girdarî

 

XUTBE:

سُبْحَانَ الَّذِي أَسْرَى بِعَبْدِهِ لَيْلًا مِنَ الْمَسْجِدِ الْحَرَامِ إِلَى الْمَسْجِدِ الْأَقْصَى الَّذِي بَارَكْنَا حَوْلَهُ لِنُرِيَهُ مِنْ آيَاتِنَا إِنَّهُ هُوَ السَّمِيعُ الْبَصِيير (1) الاسراء

Bawermendên birûmet!

Şeva sêşem ya girêdayiyê bi çerşemî ve, şeva Miracê ye. Li we û alema îslamê pîroz dikim, hêvîdar im ku bibe wesîle ji bo xweşî û aramiyê. Ji beriya hicreta pêxemberê me bi salek û di êvara 27ê Recebê de bûyera Isra û Miracê qewimî. Ji çûyîna pêxemberê me ji Mescîd ul- Heramê bi bal Mescîd ul- Eqsayê ve Isra û ji çûyîna wî ji Mescid ul– Eqsayê bi bal Esmanan ve jî Mirac tê gotin. Xuda Teala di Qurana pîroz de wiha dibêje: ” Ew Xudayê ku bendeyê xwe (Muhemmed) di şevekê de ji Mescîd ul-Heramê biriye Mescîd ul-Eqsayê, ya ku me hawîrdorê wê pîroz kirî da ku em ayetên xwe nîşanî wî bidin, ji her kêmasiyan pak û dûr e. Bi rastî Xuda Teala guhdêr û bîner e.”[1]

Ji Miracê re di jiyana pêxemberê me de ciyek teybet heye. Ev qenciyeke wisa ye ji pêxemberê me pê ve li tu pêxemberên din nehatiye kirin. Ev mucîzeya miracê ji pêxemberê me re şan û şeref e û ji misilmanan re jî şefqet û merhemet e. Bêguman ji encamê bûyera miracê yê yekemîn nimêj e û nimêj xelata miracê ye. Ji bo vê yekê nimêj miraca misilmanan e. Çawa ku pêxemberê me di miracê de bê wasîte bi Rebê xwe re axiviye, her wiha misilman jî di nimêjê de bi Rebê xwe re diaxivin, her îbadet jê re dikin û her daxwaza alîkariyê jê dikin.

Misilmanên birûmet!

Pêwîst e mirov di vê şeva pîroz de wan heqîqetên ku ji pêxemberê me Muhemmed Mistefa re hatine wehî kirin bi bîr bîne. Lewre gava Qurana pîroz behsa Miracê dike wiha dibêje: “Vêca Cebraîl wehî da bendeyê Xuda ya ku Xuda lê ferman kirî.”[2] Ew heqîqetên ku hatine wehîkirin, em dikarin wiha rêz bikin:” Ji Xuda Teala re tu şerîkan çênekin, bes îbadetê jê re bikin û her daxwaza alîkariyê jê bikin, ji dê û bavên xwe re rêz bigirin û diayên wan wergirin, nêzî zinayê nebin, bê heqî tu kesî nekujin, bi sêwiyan re exlaqê xwe xweş bikin, di kud û şehînê de hîla nekin, tişta ku em nizanibin bi korayî li pey nekevin û bi quretî bi rê de neçin. Ev heqîqetên me rêz kirin, bêguman ji miletekî re temamê exlaqê qenc û başiyê di xwe de digire. Belê vêca şeva Miracê şevek wisa pîroz e, pêwîst e wextê em vê şevê sax bikin em guhê xwe bidin van heqîqetên wehyê û li gor emr û fermanên Xuda tevbigerin.

Misilmanên birûmet!

Şeva Miracê şevek gelek mezin e. Pêwîst e ev şev bi xeflet neyê derbaskirin. Mirov tê de îbadetê bike, Qurana pîroz bixwîne, ji Xuda daxwaziya efûkirinê bike, girîngiya vê şevê bi jin û zarokên xwe bide zanîn. Bila em baş bizanibin nêzîkahiya bi bal Xuda Teala ve bi emr û fermanên wî çêdibe.

Mele Cewadê Girdarî

[1] Isra 1.

[2]– En- Necm 10.

Son Güncelleme: 06.05.2016 15:38
Yorumlar
Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.