MELEYE CIZIRI
Li cara pişin me’lûmetî derheqa Meleyi Cizîrî di k’itiba
Aliksandir Jabada “Recueil de notices et recits kurdes”
(11-12) li dereca derheqa nivîsk’ar Q şayîrêd kurdanda ha
tîye nivîsandini. Aliksandir Jaba nivîsîye: “Şayîri duyî
Melayê Cizîrîye, esli wî ji Cizîriye, Cizîra Botan, navi
wî Şix Ehmede, di tarîxa pincsed G çilîda (1145-6)di nîva
Cizîrida p’eyda bûye. Ew Şix Ehmed jî li xoha mîr aşiq bû
ye, xezaletne zehf gotine û dîwançeyek tertîb kirîye “Dîwana
Meleyi Cizîrî dibijin”.
Di tarîxa pincsed G pincî şeş merhum bûye (1160-1161) .
Bi van me’lumitîyan aşkera dibe, ku giva kêm Q zide Meleyi
Cizîrî şanzde sal jîye. Helbet ne wusane. Sebeb vi yekê
zanyar G edebyetnas her yek ji wan derheq salid bûyîn
Q mirina Meleyê Cizîrî fikireki dibije.
Edebyetnasê kurd Aladîn Sicadî li kitiba xwe “Mejûy edebi
kurd”da dinivîse, ku “Meleyi Cizîrî di sala 1407-da hatî
ye dunyayi, di sala 1481-da mirîye” . Inglîsi kurdnas D.N.
Makkênzî dinivîse, ku Meleyi Cizîrî li nav salid 1570-16-
40-da jîye (binire, D .N.Makkenzîe, Mala-i Cizîrî and Faqî
Teyran, Yad-name-ye Iran-ye Minorskî, Tehran, 1969). M.B.
Rûdenko di pêşgotina xweda ya “Ahmed Xanî,Mem û Zîn”(Mosk
va, sala 1962) dinivîse, ku Meleyi Cizîrî li sedsalîya
Xll-da jîye. Di miqala xweda “Me ‘ lumetîyêd teze derheqa
şayîri kurd yi sedsalîya navîn Meleyi Cizîrîda” Wezîri Na
dîrî dinivîse, ku Meleyi Cizîrî di sala 1101 hatîye dunya
yi , di sala 1169 mirîye.
Ev gotinid jorin yêd zanyar Q edebyetnasid kurd derheqa
salid bûyîn Q mirina Meleyi Cizîrî li hev nayin,çimkî her
yek ji wan mesele G berge îsbatkirina fikira xwe tîne.Ala
dîn Sicadîn G li dû wî D.N.Makkinzî dibijin, ku Meleyi Ci
zîrî hevdemi Xaf izi Şîrazîye (qurna XIV) , çimkî Mele li
şireke xweda nivîsîye :
Ger leleya mensûrê ji nazimê tu dixwezî,
Der şêrê Mele bîn, te bi Şîrazî çi hacet.
Wezîri Nadîrî di miqala xweda ya li jori min navi wi got,
dinivîse, “Herdû rizid şiri ne yid Melene, ew li paşî mi-
91
rina mele ketne nav dîwana mele, gelek mesele Q berge din
hene, ku îsbat dikin, ku Meleyi Cizîrî di sedsalîya donzdanda
jîye. Ew mesele evin: Mele li şirid xweda navid ereb,
tirk Q firingid zeftkar hiltîne, li şirid xweda gilî
dike, ku di wexti wîda çi qewimîye, çi hatîye seri kurdan
ku çaxi ew bû şayîri koşk û sera mîr, ew çil salî bG, ku
mîri Cizîra Botan Omed-dîn bGye , ku ewî li sedsalîya XIIda
mîrtî li Cizîrê kirîye” . Wezîrê Nadîrî dinivîse,ku “Ça
xi Selçûqan li ser kurdanda girtin, Cizîr Q Hekkarî zevt
kirin, xelqi kurd revî, çQ topraxa Musulê, ku Meleyi Cizî
rî irîşa aguzan li ser Cizîri bi çavi xwe dîtîye, ku ewî
dîye çawan tirk kurdid Xezbanîyi li sala 1038-da qirkirin”.
Wezîri Nadîrî li kutayi dibije: “Meleyi Cizîrî derheqa
wan merivanda Q wan qewîmandinanda li şirid xweda di
bije Q dinivîse, yêd li nav salêd 1160-da qewimîne ,bQne Q
ewî bi çavi xwe ew dîtine”. Bi ser hîm Q binyata vi gotini
Q bi ser hesabi xwe Wazîri Nadîrî dibêje “Bi texmîna
min Ahmedi Cizîrî li sala 1101 hatîye dunyayi Q li sala
1169 mirîye”.
Bi fikira min eva gotina nizikî rastîyiye. Meleyi Cizîrî
nîvi sedsalîya Xll-da jîye.
Heta van salid paşin kesek mijûlî ligerîna efirandina Meleyi
Cizîrî ne bGye . Li welati Sovetida li nav salid 1945
1947 her wezîri Nadîrî mijûlî ligerîna dîwana Meleyi Cizî
rî dibû. Li sed car heyf mirina wî ecel hat , sala 1946 ew
mir G pira ne gihîşt destnivîsara xwe hazir bike bona çap
kirini. Ew her pira gihîşt miqaleke biçûk bi navi “Me’lûmetîyid
teze derheqa şayîrê kurd Meleye Cizirî yi qurna
navîn” nivîsî. Nûra Polatova jina Wazîri Nadîrî ew miqali
da min, ku ez wi hazirkim bona çapkirini. Min li cî-cînan
miqale ser rast kir , li ser maşînki xist G ji koma kurdna
sid Erivanira şand, ku ew li berhevoka xweda çap bikin.He
ta niha, sed car mixabin, çap nekirne. Min paşi reşekî
çapkirina wi li ser maşînki ji nivîskari me Elî Ebdurehmanra
şand , ku ew li gazita Rîya Tezeda çap bike. Ewî jî
heta niha çap ne kirîye. Dibe, ji wîra çetine ji rûsî wer
gerîne ser kurmancî. Dibe jî çap nekirîye, çimkî di miqalida
her tercima şêrid Meleyê Cizîrî bi rûsî bQ, tiksti
kurdî di miqalida tune bûn. Niha reşekî miqala Wazîri Nadîrî
li cem min maye, ez sQdmendîyi jê wer digirim,çi ewî
fe.
92
derheqa Meleyi Cizîrî, derheqa şirid wî Q bîr G bawara wî
da gotîye G nivîsîye, ezi wan ji jêri binivîsim.Wazîri Na .
dîrî dinivîse: “Meleyê Cizîrî ji eşîreta hesenîyi izdîyane,
dengbij G şayîri mîr Omed-dîn bGye, ew mîr kuri Eksan
qere ji eşîra bohtan bûye . Xelqi ji Melera digot “Şixi Ci
zîri”, “Reys el -şuara” yani seroki şayîran” . “Li pişîyi
ew şayîri azad bû , ewî bona lezeta xwe , k’ifa xwe straye,
lûvandîye Q şirid derheqa reng G rûyi tebîyeti, evînîyi Q
şerabida nivîsîne, paşi, çaxi dili wî k’etîye qîza Omeddîn,
ewî şirêd hezkirina xwe Q wi nivîsîne. Mîr Omed -dîn
pi hesîyaye, ku dilê mele ketîye qîza wî , mîr dixweze bizanbe
bi rastî ew qîza wî hiz dike ew dibeje “Ez qîza xwe
didime te”. Mele dibije: “Ez xulami teme , ez naxwezim”.
Mîr dibije: “Şix Ahmed dersdari meye” . Wazîri Nadîrî şiro
dike çima Meleyi Cizîrî nexwestîye qîza mîr Omed-dîn bistîne.
Ew dibije: “Eşîra Botan çûbû ser dîni musulmana,lema
Meleyi Cizîrî nexwest qîza Omed-dîn bistîne”.Ew ji qîza
wîra dibije: “Tirkin te ruh Q dili min talan dikin”.
Wazîri Nadîrî dinivîse “Di wexti Meleyi Cizîrîda yek pin^
canîke para kurdan dîni izdîyan dihebandin, li wexti wîda
şix Q pîrid kurdid musulman qedexe kiribQn, ku xelqi reat
kitêbid dîn nexûnin û mijûlî xwendin Q nivîsandini nebin”
Wazîri Nadîrî dinivîse, ku Meleyi Cizîrî merivekî gelek
xwendewer bûye, şareza û zana bGye, pispori edebyeta ereban,
farsan bGye, ewî li Bexdadi xendîbû, nivîsarin nivîs
karin ereban, farsan yin dînnasîyi, fîlosofîyi, stirnasîyi
Q tebîyenasîyi xwendibûn. Li wexti Meleyi Cizîrî navi
sGfîyi li tevgera cimaetida belav kiribûn. Sofîtîyi e’tae
‘teke (bandGreke) mezin kiribû li ser pişveçûna edebîyeta
kurdî. Sûfîtîya beri pişin ne mîna sûfîtîya paşi bûye, su
fîya berê fikir G bîra bawara hemû xelqi bela dikir, li
pişta wan digirt, pişberî çînên derebeg G axa began şer
dikir”.. Ev gotinid Wazîri Nadîrî derheqa Meleyê Cizîrî G
nivîsarid wîda li ser hîm G binyata xwendina destnivîsara
dîwana Meleyi Cizîrî hatine nivîsandinê ya ku niha li hej
mara 54 li kitibxana dewleti ya Erivanida li dereca kitibid
kimanîdaye. Wazîrê Nadîrî dinivîse: “Di wi destnivîsa
rida xin ji şirid Meleyi Cizîrî,şirid Mela Bati, Feqi Tey
ran Q şayîri farsa Xafiz jî hene”.
Ev bûn fikir Q nitid Wazîri Nadîrî derheqa Meleyi Cizîrî
93
û nivîsarid wîda. Bona îsbatkirina wan ew li miqala xweda
li cî-cîyan çend rizid tercimid şirid Meleyi Cizîrî bi
rGsî anî bûn ber çavi xwendevanan.
Sala 1978 li Bexdadê zanyari kurd Sadiq Bahadîn Amedî
tiksta rexalgirî ya dîwana Meleyi Cizîrî çap kir . Ewî ew
tikst li ser hîm G binaxa beramberkirin Q hemberkirina he
mG tikstid dîwani yid beri çapkirî hazirkirîye Q çap kirî
ye. Li beri tiksti dîwana Meleyi Cizîrî li Stemboli (1924
da) , Erbîli (1964-da) , li Birlînê (1904-da) , li kovara
Hewarida (hejmared 35-58 nav salid 1941-1943-da) hatibûne
çapkirini. Sadiq Bahadîn xin ji van dîwanan çend destnivî
sarid wi dîwani dest xistibûn :
1- Dîwana bi fotokopî Fon Hartman sala 1904 li Birlînê
çapkiribû .
2- Dîwana li Stemboli sala 1924 çapkiribû.
3- Dîwana li sala 1964 li Hewliri Gîvî Muqrîanî çap kiri
bû.
4- Dîwana li rûpili kovara Hewarida (NN 35-58) li Şamê,
sala (1941-1943) çapkiribû.
5- Dîwana destnivîsara Mele Tabî Bekir Elî Wanî ji Zaxo .
6- Dîwana destnivîsara Enver Mam Zaxoyî.
7- Dîwana destnivîsara Mehemed Ewnî.
8- Dîwana destnivîsara Mele Mehemed Botî Bizivkî.
Sadiq Bahadîn li îş Q kari xweda li ser beramber kirina
van dîwanêd çapkirî Q destnivîsarda gelekî xebitîye, hemu
xeber G şirid wan hemberî hev kirine G gihandîye tiksta
dîwani ya eslî.
Cudatîya xeberan G rizid şiran li dîwananda nîşan kirîye
G li peravijanda nivîsîye. Ewî li çapkirina xweda navi he
mG berhevokid nivîsîye Q nîşan kirîye li kîjan berhevokê
da G li kîjan miqalida derheqa Meleyê Cizîrîda nivîsîne.
(binêre belgid 1-30) . Li pişgotina xweda Sadiq Badîn gilî
dike çawan ewî li kîdere çi destnivîsara dîwana Meleyê
Cizîrî G dîwanêd wî çapkirî dest xistine; ew fikira xwe
bîr Q raya xwe derheqa xebat Q miqalid çapkirî dibije,hemG
melûmetîyid di wanda derheqa Meleyi Cizîrîda çapkirî
di pişgotina xweda dinivîse Q fikira xwe derheqa salêd bû
yîn G mirina Meleyi Cizîrîda, dibije, derheqa kakilî nivîsara
wîda dinivîse. Ewî nivîsîye “Meleyi Cizîrî li nîvê
94
sedsalîya panzdanda jîye, li mala şêxan hatîye terbîyetki
rini, li xortanîya xweda li cem şix Q mirîdêd xwendewer
hîn bûye, şayîr G dengbêjê mîri Bohtan Omed-dîn bGye , li
wexti şayrêd farsanda Xafiz Şîrazî sala 1389), Canî(1492)
şirid xwe sofîyê Q evînîyê nivîsîne,nav Q dengi
wî , qedirê wî li nav xelqi kurdda gelek bilind bGye,ew
li wexti xweda merivekî gelek zana û xwendewer bûye, nav
G dengi wî j i topraxa Bohtan der belav bûbû”.
Li kutayi pivîste ez bijim, ku Sadiq Bahadîn mijGlî ligerîna
şêrêd dîwana Meleyê Cizîrî ne bQye . Merem Q mebesta
wî ew bûye, ku hemû dîwanid wî çapkirî G hemG destnivîsarêd
dîwana wî kom bike, wana li kitibekêda beramberî hev
bike G bide çapkirinê. Pivîste bijim, ku ewî bi serfirazî
G serbestî eva îş û kara bi cî anîye G baş qedandîye.
Çapkirina dîwana Meleyi Cizîrî bi tikstid rexnegirî ne îşekî
rehet G hesa bûye, bona wi divit meriv zana be, xwe
terxan bike. Bi rastî jî gotî Sadiq Bahadîn bi vê xebata
xwe zanîna xwe baş nîşan kirîye Q gelek hiş G qewata xwe
terxan kurîye , ku xebata xwe bi camerî bîne serî.Bi xebata
xweva Sadiq Bahadîn hemG çar G mikan bona ligerîna dîwana
Meleyi Cizîrî peyda kirine. Eva çapkirina wî li paşwextîyi
wi bibe binyat Q binaxa ligerîna zanîstî ya dîwana
Meleyi Cizîrî.
Beri piranîya zanyar G edebîyatnasid kurd , Evropi dinivîsin,
ku şêrêd Meleyi Cizîrî şêrêd sufîyine, derheqa dînperestîya
sufîyanda hatine nivîsandini. Her bi teni Wazîri
Nadîrî û Sadiq Bahadîn nivîsîne, ku dîwana Meli Cizîrî
bi fikir Q kakilê xweva pare ve dibe ser du koman: Şirid
evînîyi Q şirid sufîyi. Li bi fikira min şirid Meliye Cizîrî
bi piranîya xweva şirêd evînîyine, her nivi şirid wî
yi sufîyine. Li şirid wî sufîyida gelek xeber G cumlid e
rebî hene, ew.baş nayine fehmkirini (binire, Dîwana Meleyi
Cizîrî, çapkirina Sadiq Bahadîn, belgi 1 heta 80), li
şirid evînîyi gişk bi piranîya xweva bi kurmancîya xas,
zari şîrin hatine gotini G baş Q rind tine f ehmkirini,xwe
rûya wan şiran ewe, ku di wanda gelek caran rizid derheq’a
jîyîn, ayîn, hali xelqi kurdda gotîye G lûvandîye. Di gelek
şirid wîda ew nek bi teni derheqa derdi dili xweda,
hezkir Q evîna xweda dilQvîne, dibije, ew wusan jî li gelek
şirid xwe dildarîyida duriz G siriz û çariz navra di-
95
ke Q dibije, ne mîr , ne axa, ne jî beg guh nedane û nadne
ser xelqi belengaz, ku ew çewsenkerid rincber, gavan şivanin.
Li hinek şirid wîda wetenperwerî G neteweperwerîya
wî tine ber çavid xwendewaran. Bona nimQni ez çend parçid
şirid Meleyi Cizîrî ji dîwana wî, ya ku Sadiq Bahadîn li
Bexdadi sala 1977-da çapkirîye, tînim ber çavan.
96
Sef sef turk û moxol du k’eş û hindî li kemîn,
Bi eceb hatne cengê hebeş û rom û fireng,
Mîr û kurmanc li holan qederek westane,
Lê di nîvê bi sef û tîpê ereb hatne ceng. (283)
Zorbe wê têtin ereb têk çivandin qeseb,
Qencî bi çevan me dê ceng û cidala cemel ,
Şûr û riman vêkra pence biran têkra,
Lew me dikin jêkra qîmê dikin dil di gel. (288)
Turim bi dil û peyrevê Mûsayîm ez ,
Ateşperes û nûrê tecelayîm ez ,
Barê ji weelem ku xeberdarî kirim,
iro tu bizan ademê esmayîm ez.
Inşayê ulmê li dinê çunke mi zanî,
Zanî bi heqîqet ku çi înşame ez,
Herfên reqemê lewhîê wicûda me , bixûn,
Da qencî bibînî ku çi imlayîme ez. (216)
Mihnet û halê esîran kê li mîran erze kit,
Dê bitin pirsê li min lew pur bi rehm û şefqeye,
Ger bipirsit carekê xatûn li halê sixteye,
Bend û zincîr dê vebin, cerhên di gul dê xweş bikit,
Le kû navê dîlberê dermaneê derdê bêndeye. (355-6)
Geh dil geh can dibên terkê te tên,
Nikarin yexma û talanê xalet,
Meşrebê tirkan furat û nîle kir,
Teşne leb çû terefê Osmanî xelet. (257)
97
Rom û ecem ji her teref ,
Ceng û suwaşe wan bi xef ,
Hindî û zengî sef bi sef ,
Hatne ber lîwayê zulf . (263)
Sef sef me dîn hindî û zeng,
Cêngîz hat,Teymûrî leng,
Xef wan reşandin dil xedeng,
Teşbîhê tîrên xan Şeref,
Tîrek ji qewsê mal zirav,
Bi dil wê bavêje nav,
Xûn tê pur teşbîhî av,
Feryad û efxan sed esef. (267)
Mûyekî ez ji te nadim bi sed Zîn û Şîrinan,
Çi dibit ger tu hesabkî mi bi Ferhad û Memê,
Te Fireng û Erebstan û Mecer têkî standin,
Celebê xweş vegerîn hatîye newba ecem. (232)
Dil geşte, min ji dêrê naçim kenişteê,
Mehrabe wê bi minra wer da biçine Laliş,
Mehbûbe wek stêre, govend û işqbazî,
Têkel biçin semayê , hişyar û mest û serxoş. (234)
Pir e ‘mrê min çû bi suxtey,
Lê şikir xwezim ji bextî (361)
Lazime li sultan û mîran
Pirskirin li halê êsîran,
Em kirin armancê tîran,
Suxteye dermandeye,
Hêj nizanim mîr dê bîrin,
Zanist em sî sal êsîrin,
Çavnêrî pursek emîrin. (366)
98
iro ji nû pur ateşim,
Dîsan ji remza dîlberê,
Mecrûhî qewsî pur weşim,
Tîr dane nîva cegerê.
Tîr dan ji qewsê ewsede,
Şahzade edya şîrin qede,
Kuştine wek min çend sede,
Wê padşahê û beglerê.
Xeşmê li feqîran meke zu padşahê min,
Purse bike carek li xeta û gunahê min,
Teftîşê bi mûmê bike, er em bi xetayîn,
Hinca nêbêtin di welatî, di cehê min,
Cewra te bihêtin, û cefaya te peritin,
Qurbana te bim, guh bide carek gilehê min,
Zanî ku ji ber cur û cefayan elemin dil,
Rehmê bi gedayê xwe ke, sultan û şahê min,
Sê sale ji derd û belayê te hlakim. (309-310)
Çîn girtîye ser ban û serser bi kef kef,
Xunê wê dirêjin kul şîran cemidî kef,
Dunya bûye leylan ji lixavan diwerit kef,
Rom û ecem girtîye ew xilme sef bi sef,
Cohte moxolan hatne cengê hebeşê. (427)
Vewestaym di fervarê,
Li ebdê xwe ke fermanê,
Di fermanê vewestaym ,
Di benda xidmetê daym,
Wekî go bê ser û paym.
Heman lê dî tu çewganê,
Li ber çewgan û kaşoyan,
Ji derba turk û hindoyan,
Dibezim her wekî goyan,
Dema ew têne meydanê.
Dema ew tên bi bazî tên,
Di gel qewsê Şîrazî tên,
Çi mukarin di tazî tên,
Bi de’wa têne lêk danê.
99
Bi de’wa tên me yexma kin,
Di a’mê sur qewxa kin.
Wê beglerê pur kuştine,
Engûşt bi xwûnê riştine,
Ma ehlê dîl qet hiştine,
Sohtine mislê mecmerê. (447)
Ma Cizirî şibhedarî textê heft îqlîm bit,
Hem bi hukim û seltenet Eskender û Fexfur bit,
Mislî cem cama zerin xalî nebê te ji badayê,
Da ji xemra şadmanî “dayma” mexmûr bêt.
Ma di baxê îş û nûşê her bi saz û erxewan,
Kamran û kambexş û dil xweş û mesrûr bêt,
Çendeke Şîrin puser derbendê dîwana te bêt,
Bendê şapûrê te bin ta Xosrow û Şapûr bêt. (423-4)
Ney tenê Tebrîz û Kurdistan li ber hukmê elemdarê te bin,
Sed wekî şahê Xurusanê di ferwarê te bin,
Ger çi der îqlîmê rabe’ hate textê sultanet,
Padşahê heft îqlîman selamkerê te bin.
Paşî newşîrvan dibêm dê hakimê adil tuyî,
Mislî Hatem dê bidanê der cihan meşhûr bî,
Ma Cizirî şubhedarî textê heft îqlîm bî,
Hem bi hukim û sultanet Eskender û Fexfur be. (432)
Rendî bi xwe qendî şîrin û şepalî,
Qencî û bi xencî û bi nazî û delalî,
Mehbûb bi textî, bi rextî, bi xwe bextî ,
Umrê te mera bit sed û deh sal helalî. (525)
Dilberê, serdare, xoban, ez nizam agah heye,.
Di hebs û zîndanê êsîr û girtîyê dermandeye,
Girtîyem, mam ez di hebsê, kî gelo mehder bikit,
Carekê navê me bînit, pur sevabek zêdeye,
Mihnet û halê êsîran kê li mîran erze kit. (335)
100
Sîwaş û fitneyan rakin,
Bi şîr ew têne talanê,
Dû talanê meşûr tê,
Ji mee’dana enî kafûr tê,
Di têkel zulmet û nûr tê.
Me kufrê dê di îmanê,
Ji şerqê zulmet û şam bê,
Ji zulfan enberê xam bê,
Kenarê xal û nîşanê,
Du zulfê enber efşanîn,
Du lelê şekeristanin,
Dilê min wan xedeng danê,
Dilê min wan xedeng lê da,
Di burca zuz û şeb têda. (437-8)
Burca ku hakim lê du mîr,
Min dît li textê keşwerî,
Textê di mîr û begleran,
Meydanê coqa gwêgeran,
Eslan û cotê meyxuran,
Mey dan şeraba saxerî.
Saxer bi dest serxoş û mest,
Wextê sehergeh dest bi dest,
Xeflet û begler meyperest,
Kuştim bi derba xencerê,
Kuştim bi derba xenceran.
Gezme û xedenga awuran,
Remz û îşaret û soran,
Dan dil ji nîva pencerê,
Dan dil ji ber husna bi nûr,
Berqa tecellîyê sedûr,
Lew sohtime wek guhê tûr,
Hub û evîna enverî. (450-1)
101
Latu husnî û şahê xubanî,
Bi xwe hem xanî û hem xaqanî,
Yûsûfê sanî tu îro xanim,
Ku bi husna xwe nedîrî şanî, .
Bi sur û heybet û sehmê xwe perî,
Bi te şîn li Bohtan sultanî,
Bi teblxaney şahî, were text,
Ku tu îro şahî Kurdistanî,
Kagulê berde bi ser xal û xetan,
Ku musilsil bi nimûnê reyhanî (456-7)
Tu mebê bê ser û bê samanim,
Gulê baxê îremê Bohtanim,
Şebçiraxê şebê Kurdistanim,
Çi tebîyet beşer û însanim,
Lîla-el hemd çi alî şanim,
Di rîya yar li rêza saanim,
Lew di îqlîmê suxen xaqanim,
Sibahê eyd û ez pêzanim. (509)
DIL Jl MIN BIR
Şoxê û şengê zuhre rêngê,
Dil ji min bir, dil ji min bir,
Awurên heybet pilingê,
Dil ji min bir, dil ji min.
We şepalê miskî xalî,
Dêm dorê gerden şepalê,
Cehbeta biskan semalê,
Dil ji min bir, dil ji min.
Zulf û xalan nûn û dalan,
Wan ji min dil bir bi talan,
Goşeye qewsê helelan,
Dil ji min bir, dil ji min.
Dêm nedîrê bo enbîrê,
Xemrî û gîso herirî,
Sîne kir armancê tîrê,
Dil ji min bir, dil ji min.
102
Sor şîrînî nazenînî,
Kuştim û nakit yeqînî,
Wê bi çengela evînê,
Dil ji min bir, dil ji min.
Fitil û taban da xuraban,
Ebleq û cohtê şebaban,
Dame ber pence û kulaban,
Dil ji min bir, dil ji min.
Xoş xeramê, ez xulamê,
Nazikê, şîrin kelamê,
Tutîya eyvan meqamê,
Dil ji min bir, dil ji min. (324-326)
WERE BINAHIYA ÇAVAN
Were ,bînahîya çavan,
Bibînim bejn û balayê,
Zerîfê nazikî şengê,
Sifet horîyê, perî rengê,
Bi rojêra tu hevdengî,
Du reştozên sîyah rengî,
Kişandin, lê ne wek caran,
Xedengê qewsê nûbaran,
Ji rengê şîr û mukaran,
Weşand sîne wek baran,
Ji wê zerbê pir êşanim,
Sibah li xêr ya xanim,
Were binahîya çavan,
Bibînim bejn û balayê,
Veke carek xet û xalan,
Li ser van mesned û palan,
Bixûne, lê me ebdelan,
Bibinln eyd û sersalan,
icazet de me destûrî,
Perî rengê, sifet horî,
Ji nîva zulmet û nûrî,
Binûşin mey di ferfûfî,
Ji dil talanê xalanim,
Sibah li xêr ya xanim,
Were bînahîya çavan, ,476-478)
Bibînim bejn û balayê.